Êrîşî Deriyê Sînor ê Şelemçe hate kirin: 1 mirî, 5 birîndar
Di encama êrîşek hewayî ya li ser deriyê sinorî yê Şelemçe ya li bajarê Besra yê Iraqê de kesek mir û 5 kes jî birîndar bûn.
Di encama êrîşek hewayî ya li ser deriyê sinorî yê Şelemçe ya li bajarê Besra yê Iraqê de kesek mir û 5 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku Serokê Desteya Deriyên Sinorî yê Iraqê Lîwa Omer Waîlî parve kiriye, ji ber êrîşek hewayî ya li ser deriyê sinorî yê Şelemçe ya li Besrayê, hatûçona bazirganî û geştiyarî rawestiyaye.
Her wiha diyarkiriye di encama êrîşê de kesek miriye û 5 kes jî birîndar bûne.
Hatiye gotin ku êrîş li ser aliyê dikeve nav xaka Îranê pêkhatiye, di nava kesên birîndar de hemwelatiyên Îranê jî hene.
Deriyê sinorî yê Şelemçe dikeve rojhilatê parêzgeha Besrayê. Yek ji deriyên sinorî yê bajehiye li gel Îranê. Di ser vî derî re bazirganî tê meşandin her wiha geştiyarên Şie di ser vî derî re derbasî nav xaka Iraqê dibin.